wate - Wîkîferheng Here naverokê

wate

Ji Wîkîferhengê
[biguhêre]
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî wate wate
Îzafe wateya
wata
wateyên
watên
Çemandî wate
watê
wateyan
watan
Nîşandera çemandî wate
watê
wan wateyan
wan watan
Bangkirin wate
watê
wateyino
watino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî wateyek
watek
wateyin
watin
Îzafe wateyeke
wateke
wateyine
watine
Çemandî wateyekê
wate
wateyinan
watinan

wate

  1. Gotinên diyar dikin ka peyvek yan tiştek çi ye.
    Hevmane: mane
    Wateya peyva "baran" çi ye?
    – Ava ji ewran tê ye.
    Wateya wê çi ye ku ew dibêjin ew aciz bûne?
    Ew e ku ew ne razî ne..

Herwiha

[biguhêre]

Etîmolojî

[biguhêre]

Deynkirî ji soranî واتا(wata) ji hewramî wate, bide ber watey (gotin). Maneya "wate" ji "gotî" bûye "anku, yanî" paşî bûye "mane, me'na". Bo guherîna maneya vê peyvê, bide ber tirkî "demek" (gotin > anku > mane: "ne demek = maneya wê çi ye?") yan jî peyvên erebî yên hevreh "ye'nî" û "me'na".

Werger

[biguhêre]
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.

Hoker

[biguhêre]

wate

  1. anku, yanî, ye'nî, dêmek, bi gotineke din:
    Amed wate Diyarbekir.
    Ez naçim wate ez dê li vir bimînim.

Herwiha

[biguhêre]

Hevmane

[biguhêre]

Werger

[biguhêre]

Hejmar

[biguhêre]

wate

  1. duyem, duwemîn, duwem, duwemîn

Çavkanî

[biguhêre]
Ev peyv ji wergerên duyem hatiye çêkirin. Dibe ku tê de xeletiya wergerê hebe.[rûpelên din]